TR KU SO
FB X
Cîhan

Di Hilbijartinên Brîtanyayê de dîsa Johnson bi ser ket: Em dê BREXITê pêk bînin

📅 13 berfanbar 2019 14:37

PeyamaKurd - Li Brîtanyayê Partiya Muhafazakaran a ku Serokatiya Boris Johnson dike di hilbijartinan de 43 ji sedê dengan wergirt û biser ket. Johnson rêjeya dengen xwe li herêma Rojhilatê Londonê zêde kir û bi 25 hezar û 251 dengî jî ji bo Kamaraya Avaman hat bijartin.

Boris Johnson

Boris Johnson li ser vê encamê got, “Gelê me piştgiriyeke xurt da Partiya Muhafazakar, em dê Brexitê pêk bînin. Partiya Karkeran jî 32 ji sedê dengan wergirt.

Li gorî encamên hilbijartinê, Partiya Boris Johnson Partiya Muhafazakaran di hilbijartinan de bû partiya yekemîn û 368 kursî bidest xistin. Bi vê yekê re Partiya Muhafazakaran piraniya zêde bidest xist û piştî 2 salan car din bi tena serê xwe bû desthilat.

Jeremy Corbyn

Piştî Partiya Muhafazakaran, Partiya Jeremy Corbyn a bi navê Partiya Karkeran 191 kursî bidest xistin û bû partiya duyemîn li parlementoyê.

Partiya Karkeran di hilbijartinên 2017an de 262 kursî bidest xistibûn. Di vê hilbijartina dawî de 71 ji wan kursiyan winda kirin û têkçûneke mezin jiya.

Parve bike: