Cîhan
Di kemînê de 13 lesker hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rêxistina girêdayî El Qaydê Boko Haramê kemînek daniye ber leşkerên Nijerî û di encamê de 13 leşker hatine kuştin.
Polîsê Nijeryayê li ser êrîşa şeva duşemê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku êrîş li ser karwaneke leşkerî ya ji Maiduguriya eyaleta Bornayê diçûn bajarê Damaturu yê eyaleta Yobeyê pêk hatiye.
Rayedarên Nijerî ragihandin ku di êrîşê de 13 leşkerên wan hatine kuştin. Lê belê çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku 18 leşker di kemîna Boko Haramê de hatine kuştin.
Li Nijeryayê êrîşên Boko Haramê ku girêdayî El Qaydê ye li ser xelkê sivîl û artêşa wî welatî bi salan e berdewam dikin.