Di lehiya Stenbolê de 2 kes mirin
PeyamaKurd - Barana giran û tofana ku ji 14ê Cotmehê ve li bajarê Stenbolê dest pê kiriye, jiyana rojane ya bajêr bi temamî rawestand.
Ji ber rabûna ava lehiyê ya li gelek navçeyan û li kûçeyan, avê da ser avahiyan, rawestgehên metroyê û jêrderbasgehan.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, ji ber elektrîkê û xebitîna di ava lehiyê de zarokekî 14 salî li navçeya Fatîhê û welatiyekî 34 salî li navçeya Sariyerê jiyana xwe ji dest dan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ragihand ku ji sala 1985an vir ve baranê herî bilind hatiye tomarkirin û li navçeya Beykozê di nav metreyeke çarçik de 242 kîlogram baran bariye.
Ji ber berdewamiya xetereya karesatê û astengiyên di çûnûhatinê de, Walîtiya Stenbolê biryar da ku roja Pênşemê (15û 16ê Cotmeha 2026an) li seranserê bajêr bo du roja perwerde û perwerdehiya di dibistanan de bê rawestandin û bang li welatiyan hat kirin ku ji malên xwe dernekevin.