Cîhan
Di maweyê hefteyekê de 1943 koçber hatin girtin
PeyamaKurd – Fermandariya Ewlehiya Qeraxan a Tirkiyê ragihand ku di maweyê hefteyekê de 1943 koçberên ne yasayî hatin girtin.
Fermandariya Ewlehiya Qeraxan a Tirkiyê li ser hesabê xwe yê tora civakî Twitterê ragihand ku, ji 8ê Cotmehê û heya 14ê Cotmehê 1943 koçberên ne yasayî hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku di maweyê hefteyekê de, di 61 bûyeran de, 1943 koçberên ne yasayî hatine girtin.