TR KU SO
FB X
Cîhan

Di meha Temûzê de li Sûriyê 887 sivîl hatin kustin!

Admin V
Nivîskar
📅 03 tebax 2018 16:32

PeyamaKurd- Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya Li Sûriyê, ragihand ku di meha Temûzê de 887 kesên sivîl hatine kuştin.

Li gorî raporê, li Sûriyê di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de 6 sivîl, di êrîşên IŞÎDê de 85 sivîl, di êrîşên koalîsyonê de 10 sivîl, di êrîşên çekdarên muxalif de 9 sivîl, di êrîşên Heyet Et-Tahrîr’ul Şamê de 2 sivîl û di êrîşên ku kiyar nediyar de jî 79 sivîl hatine kuştin.

Li gorî raporê 547 kes jî bi îşkenceyê hatiye kuştin. Ji Adara 2011an heta Tebaxa 2018an 13 hezar û 692 sivîl bi îşkenceyê hatine kuştin.

Di dawiya raporê de bang li hemî aliyan hate kirin ku sivîlan biparêzin û kesên ku dibe sebeba kuştina sivîlan wê were darizandin.

Parve bike: