TR KU SO
FB X
Cîhan

Di merasîma olî de îzdiham: 87 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2024 19:57

PeyamaKurd – Di encama îzdihama ku li merasîma olî ya eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê de, herî kêm 60 kes mirin.

Hate ragihandin ku dema merasîma olî ya li herêma Hathras a eyaleta Uttar Pradeşê birêve diçû, îzdiham çêbûye.

Polîsê Hindistanê daye xuyakirin, zarok jî di nav wan de herî kêm 87 kesan di îzdihamê de jiyana xwe ji dest daye û metirsî heye hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Kesên di merasîmê de birîndar bûn jî bi kamyonet û motorsikletan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Beriya niha jî di merasîmên olî yên Hindistanê de karesatên bi vî rengî çêdibûn ku sedem guhnedana tedbîrên ewlehiyê ye.

Parve bike: