Di nav polîsên Tirkiyê de xwe kuştin: 2 polîsên xaneşîn û 3 polîs xwe kuştin
PeyamaKurd – Li bajarên Ankara, Şirnex, Tekirdağ û Kocaeliyê di demekî kurt de 5 polîsên dixebitin û yên xaneşînin, xwe kuştin û dawî li jiyan xwe anîn. Li ser bûyeran lêpirsîn dewam dike.
Li Ankara di heman rojê de 2 polîs ji hev cuda xwe kuştin. Polîsê xaneşîn Ali Şekeroğlu (60) li ber Dadgeha Destûrê di xwepêşandanê de xwest xwe bikuje lê birîndar bû û li nexweşxanê can a.
Polîsekî dinê yê bi navê İ.İ. ku di asayîşa bajarê Ankara de dixebitî xwe kuşt û ji malbata xwe re nameyekî hişt.
Li bajarê Şirnexê li asayîşa Cizîrê de serkomserê bi navê S.S. xwe kuşt.
Li bajarê Tekirdağê li navça Muratliyê polîsê bi navê Recep Şantürk xwe kuşt.
Li bajarê Kocaeliyê polîsê trafîkê Niyazi Y. jiyana xwe ji dest da.
Lêpirsînên îdarî û edlî yên li ser her 5 bûyeran dewam dike.