TR KU SO
FB X
Cîhan

Di nava 2 rojan de 204 penaber xeniqîn!

Admin V
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2018 14:15

PeyamaKurd- Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî ragihand ku di van her du rojên dawî de, tenê di Behra Spî de 204 penaber xeniqîne.

Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî di derbarê rewş û rêwîtiya penaberan de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de xalên balkêş hene. Li gorî rêxistinê, tenê di sala 2018an de di Behra Spî de ji 1000î zêdetir penaber xeniqîne. Ewlehiya Sêlihê ya Libyayê jî ragihand ku îsal bi hezaran penaberî xwestine ku ji Libya derkevin û herin Ewrûpayê. Ji van penaberan herî kêm 10 hezar jî wan nehiştiye ku herin.

Rêxistina Koçkirinê ya Netewên Yekbûyî jî ragihand ku îro li nêzîkî Trablûsê keştiyeke penaberan xerq bûye û 41 penaber hatine xilaskirin. Roja înê jî keştiyeke wiha xerq bûye û di keştiyê de tevî 3 zarokan tevde 103 kes xeniqîne.

Parve bike: