Di navbera Amerîka û Îsraîlê de krîza sîxuriyê: Pentagon kete alarmê
PeyamaKurd - Medya Amerîka ragihand ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon), ji ber zêdebûna xebatên sîxuriyê yên Tel Avîvê yên li dijî berpirsên Amerîkî, asta gefa li hemberî îstîxbarata Îsraîlê gihandiye asta herî bilind.
Li gorî nûçeyên di medyaya Amerîkayê de hatine weşandin, Pentagon di wê baweriyê de ye ku Îsraîlê guhdariya danûstandinên aştiyê yên navbera Washington û Tehranê kiriye û herwiha hewldanên xwe yên ji bo sîxurîya li ser navên krîtîk ên mîna Nûnerê Taybet ê Donald Trump Steve Witkoff zêde kirine.
Rojnameya Newyork Times îdia kir ku ev hewldana Îsraîlê ya di serdema duyem a rêveberiya Trump de ji kontrolê derketiye û ji bo guhdarîkirina zanyariyên stratejîk, bernameyên nihênî yên sîxuriyê di telefonên personelên leşkerî yên Amerîkî de hatine bi cih kirin.