TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera du welatan de tunela tilyakê hate dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2025 22:35

PeyamaKurd – Li herêma Ceuta ya axa Spanya ya li Bakurê Afrîkayê, di navbera sînorên Mexrîbê (Fas) de, tuneleke qaçaxçîtiya tilyakê hate dîtin.

Hate ragihandin ku tunel di encama operasyona polîsê Spanî de hatiye dîtin û tunela bi kûrahiya 12 metreyan digihe heta herêma Ceutayê.

Li gorî zanyariyên polîsê spanî di operasyona 3 hefteyan dom kiriye de, 14 kes hatine binçavkirin û 6 hezar kîlo madeyên hişbir jî hatiye desteserkirin.

Parve bike: