TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera Rûsya-Tirkiyê de krîza moşekên balîstîk derket

Admin H
Nivîskar
📅 17 tebax 2026 13:31

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser zanyariyên firotina moşekên balastîk û cebilxaneya giran ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo Ukraynayê bertekek tund nîşan da.

Li gorî belgeyên Kongreya Amerîkayê, Tirkiye ji bo firotina 70 moşekên balastîk ên ATACMS, sîstemên M270 û cebilxaneya giran ji bo Ukraynayê daxwaza destûrê ji Washingtonê kiriye.

Zaharova diyar kir ku ev pêngav baweriya dualî xirab dike û eşkere kir ku Moskowê ji Enqere û Washingtonê daxwaza ravekirinê kiriye.

Hat diyarkirin ku şandina van çekan zirareke mezin dide hewldanên aştîyê. Hêjayî gotinê ye, heta niha çavkaniyên Serokatiya Tirkiyeyê û Wezareta Derve li hemberî van bertekên Rûsî ti daxuyaniyek nedane.

Parve bike: