TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera Tirkiye, Qeter, Pakistan û Endonezya de hevkariya sanayiya bergiriyê pêk hat

Admin M
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 20:02

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiye, Qeter, Pakistan û Endonezya de, peymana hevkariya sanayiya bergiriyê tê kirin. Serokatiya sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku ji bo di seha sanayiya bergiriyê de hevkariya di navbera Tirkiye, Pakistan, Qeter û Endonezyayê de xwurt bikin, li payîtexta Qeterê li Dohayê dê zebta lihevkirinê îmza bikin.

Di çarçoveya hevkariyê de, hedefa wan; hilberîna hevpar, transefera teknolojiyê û dê zencîra amadekariyê bikin yek. Welatên navborî ragihandin ku ji bo di navbera wan de bawerî bibe, pêvajoya ku bi avakirina esasên peymanê re dest pêkiriye, ketiye asta ku zencîreyan bikin yek û şiyanên hilberîna hevpar xwurt bikin.

Bayraktar TB2, dronên bê mirov, alavên zirxî, hucumbot û berhemên sanayiya bergiriyê di navbera mînakên hevkariya her dû dewletan de hene.

Ortaxê wezareta bergiriya Qeterê Barzan Holding û ASELSAN, STM û şîrketên weka MKE, di salên berê de, di navbera xwe de peymanan îmza kiribûn. Projeyên ku şîrketên Tirkiyê li Qeterê bicîh anîne, dikarin pêşkêşî hevkariya welatên sêyem jî bikin.

Di rêya şîrketa ku ASELSAN û Barzan Holding li Qeterê di navbera xwe de ava kirine ya bi navê şirketa BARQê; sîstemên çekên ku ji dûr de tên îdarekirin (SARP), hilberîn, montaj û xebatên kalibrasyonê yên cîhazên elektro-optik niha li Qeterê dimeşin.

Yek ji seha hevkariya bi Pakistanê re proja PN MİLGEM (sinifa Babur) ya Korvet e. Proje bi rêya ASFATê de dimeşe. Di projê de ji 4 keştiyên ewilî 2 keştî li Îstenbolê û 2 keştiyên din li Tersana bajarê Qereçi ya Pakistanê hatin çêkirin. Di çarçova projê de Tersana Qaraçiyê hatiye nûjenkirin.

Hevkariya bi Endonezyayê re ya Tirkiyê, di ser projeya KAPLAN MT dimeşe ku proja pêşdebirina tankan ya sinifa orte ye. Proje bi hevkariya FNSS û PT Pindad ya Endonezyayê dimeşe ku her du dewlet Tirkiye û Endonezya paymanê girêdabûn.

FNSS, protipan û hilberîna ewilî ya tankên KAPLAN MT yên li pey hev kir û alavan teslîmê bikarênerên Endonezyayî kir. Bi vê teknolojiyê, hilberîna tankan li Endonezyayê ji aliyê PT Pindad de dewam dike.

Li gor yekitiya îxracatvanên hewayî û bergiriyê (SSİ); Tirkiye di navbera salên 2012-2026an de, her 9 mehên sal 2026an di nav de, îxracata bi miqdarê 54 milyar dolarî ya alavên bergiriyê û hewageriyê kiriye.

Parve bike: