TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera Tirkiye û Cezayîrê de 8 peyman hatin îmzakirin

Admin M
Nivîskar
📅 07 gulan 2026 22:27

PeyamaKurd – Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebbun bi seredaneka fermî giha Ankara û ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de, bi fermî hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina heyetên her dû welatan, Erdoğan got ku şerê li herêmê bandora neyînî li bazara enerjiyê dike lê wê hevkariya enerjiyê ya navbera Tirkiyê û Cezayîrê dewam bike. Erdoğan got ku bi sedema Îsraîl li herêmê şer daye destpêkirin, sedema krîza bazara enerjiyê jî Îsraîl e.

Erdoğan got ku bi Cezayîrê re enerjiya ku dikare bê nuhkirin û teknolojiya nûh de, projeyên di navbera her dû welatan de rave dikin, wê di seha madenkariyê de veberhênanên her dû dewletan bibin û tecrubeyan bi hevre parve bikin.

Erdoğan ragihand ku hedefa wan ya hecma bazirganiyê ji bo 10 mîlyar dolariye ku di sala 2023an de kiribûn hedef û ber bi wê hedefê de dimeşin.

Niha 1600 şîrketên Tirkiyê li Cezayîrê dixebitin û seha wan ya xebatê sanayî, çandinî, madenkarî, avahiyên esasî, înşaat û di seha dermankariye ku heya niha bi miqdarê 8 milyar dolarî veberhênan hatiye kirin.

Parve bike: