Cîhan
Di noqbûna tekneyekî de 13 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Kamerûnê li herêma navendê li ser rûbarê Nyongê tekneyekî noqav bû û di encamê de herî kêm 13 kes mirin. Li gor ragihandina çapemeniya cîh; li çemê Nyongê li devera Nyong-et-Kelle tekneya ku tê de 20 kes hebûn noqav bû.
Sedema noqavbûna tekneyê heya niha nehatiye zanîn lê gelek caran ji ber rêwiyên zêde li teknê siwar dikin an barê zêde lê dikin, tekne noqav dibin.