TR KU SO
FB X
Cîhan

Di protestoyan de 50 kes mirin û 300 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2022 04:29

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Çad ê ji bo zû derbasî demokrasiyê bibin xelkê dest bi protestoyan kir û di xwepêşandanan de 50 kes mirin û 300  kes birîndar bûn. Piştî protestoyan li bajarên Encemine, Moundou, Doba û Koumra yê qedexeya derketina derve hat ragihandin û xelk wê siet ji 18.00an heya 06.00 ê sibê nikaribe ji mala xwe derê derve.

Serokwezîrê Çadê Saleh Kebzabo civîna çapemeniyê lidarxist û di civînê de zayîatên canî piştrast kir û protestoyan weka serhildana çekdar binav kir. Kebzabo weha got:

“Tiştên îro qewimîn, ji bo desthilatê bixin destê xwe, serhildana gel ya çekdar bû. Wê berpirsên vê şiddetê hesabê xwe li ber dadê bidin. Xwepêşandêr çekdar bûn û îsyankar bûn. Hêzên asayişê tenê xwe parastin.”

Li ser qewimandinên li Çadê, rêvebirê çavdêriya mafên mirovan yê Orta Afrîkayê Lewis Mudge jî weha got:

“Gelo çalakvan şiddetê kirine an nekirine û hêzên asayîşê bi awayeka neqanûnî li sernserê Çadê hêza xwe ya şiyanên kuştinê bikaranîne an na, ji bo tev bên tesbîtkirin, pêdivî bi lêpirsînekî bêteref heye.”

Amerîka û Neteweyên Yekgirtî ragihandin ku ji bûyeran bi endişene û bang kirin ku herkes aram be.

Parve bike: