Cîhan
Di rafîneriya petrolê de teqîn:12 mirî
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Riversê li devera Rumuekpe di rafîneriya petrolê de teqînekî çêbû û di encamê de 12 kes mirin. Li ser teqînê tîmên îtfaiyê, tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê gelek kes li ciyê bûyerê mirin û birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Riversê Grace Iringe-Koko, ragihand ku 12 kes mirine lê heya niha nasnama wan nehatiye tesbîtkirin.