TR KU SO
FB X
Cîhan

Di rêzefîlmê de Erdogan wekî pistgirê terorê hat nîsandan!

Admin V
Nivîskar
📅 09 hezîran 2018 15:28

PeyamaKurd- Di rêzefîlma dewleta Misrê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wekî piştgirê terorê hat nîşandan.

Rêzefîlma bi navê “Ebu Umer El-Misriyye” beriya niha di navbera Misr û Sûdanê de bûbû sebeba krîzeke mezin. Vê carê jî wilo xuya ye ku di navbera Tirkiyê û Misrê de wê bibe sebeba krîzekê. Lewra vê carê jî rêzefîlmê, dewleta Tirkiyê û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan xiste hedefa xwe de.

Di xeleka duh êvarê de, sahneyek hate weşandin ku têde Tirkiye û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan pişgiriyê dide terorîstan.

Parve bike: