TR KU SO
FB X
Cîhan

Di roja dawî de HTSê daxuyaniyek da

📅 15 cotmeh 2018 23:26

PeyamaKurd - Baskê El Qaîdê yê li Sûriyê El Nûsrayê ku navê xwe weke Heyet Tahrîr el Şam guhertiye derbarê rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dest ji çekan bernadin û dê ‘cîhad’ a xwe berdewam bikin.

Heyet Tahrîr el Şam ku ji El Nûsra û 8 rêxistinên din ên cîhadîst pêk tê, derbarê rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Idlibê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew wan deverên di destê xwe de radestî rejîma Sûriyê nakin, çekên xwe danaynin û heta dawiyê dê şerê rejîma Sûriyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku ew ê ‘cîhad’ a xwe heta dawiyê bimeşînin û hat diyar kirin ku ji ber gotûbêj û îstîşareyên wan ên li gel komên Bakûrê Sûriyê wan daxuyaniya xwe dereng belav kiriye û wiha hat gotin: “Divê rejîm bê rûxandin, girtiyên di zîndanên rejîmê de bên berdan û koçber hemû vegerin cihên xwe.”

HTŞê di daxuyaniya xwe de red kir ku ew ê çekan deynin û xwe weke, ‘parastvanên mafên Sunneyan’ pênase kir û di derbarê çekdarên biyanî de jî got, ‘em ji wan in û ew jî ji me”.

HTŞ destnîşan kir ku ew pesnê hewldanên siyasî yên ji bo bergiriya Îdlibê didin û got ku artêşa Sûriyê di hewlên xwe yên hatina bo Idlibê bi ser nakeve.

 

Di çarçoveya lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de biryar hatibû dayîn ku wê heta 15ê Cotmehê li ser xeteke di navbera 15 û 20 kîlometreyî de li îdlibê herêmeke bêçek bê avakirin û ev xet ji hêla rêvebirên Tirk û Rûs va bê kontrolkirin.

Parve bike: