Cîhan
Di serê salê de bikaranîna derziya Korona ya Amerîka wê bê pistrastkirin
PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donald Trump, di Kongreya Niştimanî ya Komariyan de, soz da ku derziya vîrusa Korona (Covid19) berî dawiya salê amade bibe.
Li gor mamostayê alîkar ê li zanîngeha Nebraska Felah Reşoka ji Dengê Amerîka re got, qonaxa dawî ya taqîkirina derziyê, di dawiya meha 7an de, li ser 30,000 kesan hat ceribandin û dê heta sere salê silametiya bikaranîna wê were piştrastkirin.
Herwiha birêz Reşoka destnîşan kir, niha bi milyonan derziyên Korona amade ne, lê li benda piştrastkirina silametiya bikarînana wan in.