Cîhan
Di şewata Atîna de 111 hezar donum daristan bû xwelî
PeyamaKurd – Li Yûnanistanê di 31 Temmûzê de şewatên daristanan destpêkir û heya niha 111 hezar donum daristan şewitî bû wekî rijik. Şewat bi sedema bayê lezgîn zû belav bû û tê gotin enerjiya ku derketiye ortê, bedelê 6 bombeyên atomî yên avêtine Hiroşima ye.
Li Atînayê li rojavayê Attiki û Voiotia de ku payîtext Atîna jî di nav de ye, di 31ê Tebaxê de şewat destpêkir û heya 4ê Tebaxê dewam kir. Di şewatê de 111 hezar donum daristan şewitî.
Tîma FLAME ya metorolojiya şewatê ya girêdayê Mala Çavdêriya Netewî ya Atînayê, di analîza xwe de got ku di şewata ku 91 seet dewam kir de, 111 hezar û 732 donum daristan şewitiye.