TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sewata Lunaparkê de 20 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 gulan 2024 23:24

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Gujaratê di Lunaparkekî de şewat derket û li gor tesbîta ewilî 20 kes jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê nehat tesbîtkirin lê xebata rizgarkirina mirovan dewam dike û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Serokwezîrê Hindistanê û serokwezîrê eyaletê li ser bûyerê û lêpirsînan daxwuyanî dan. Li gor rojnama The Times of India; polîs gotiye ku li bajarê Rajkotê di parkê de şewat derketiye, sedema şewatê nayê zanîn û 20 kes mirine.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku rêvebiriya herêmê destekê dide kesên ji şewatê bandorê dîne û gelek xemgîne.

Serokwezîrê eyaletê Bhupendra Patel jî gotiye ji bo bûyerê vekolin tîmekî taybet hatiye wezîfedarkirin.

Parve bike: