TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sûna “Telegramê” de “Sorus”

Admin M
Nivîskar
📅 30 nîsan 2018 21:42

PeyamaKurd- Di dema xwepêşandanên berê yên li Îranê de, rêvbirên Îranî gotibûn ku bi rêya  Telegramê ewqas xwepêşandan çêbûne û Telegram şîfreyên sîstema peyaman nedabûn rêvebiriya Îranê.

Niha li Îranê bi piştevaniya serokê ayînî Ayetullah Hemaney bo sîstema peyamşandina mesajan rêyeka dinê hat dîtin ku navê wê “Soruş” e. Di  bikaranîna wê de li fîgurê jinekê nivîsa “mirin bo Amerîka” heye.

Gelek rêyên peyamşandinê li Îranê niha qedexe ne û vê rêyê ji xwe re danîne. Lê di nava îmojiyan de jineka ku wêneyê Hemaney bi razîbûn xistiye destê xwe jî heye. Sîstema “Soruş”ê hem di telefonên IOS û Android de mirov dikare bikarbîne. Di nava zimanan de zimanê Farisî û yê Îngîlîzî di nava yên bijarteyan de ne.

Li îranê li dora 50 mîlyon kes Telegramê bikartane  lê Tehranê li dijî Telegramê dest bi şerekî dijwar kir. Di serî de Ayetullah Hemaney û Parêzvanên Şorişa îslamî hene.

Parve bike: