TR KU SO
FB X
Cîhan

Di teqînê de 15 polîs hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 02 gulan 2019 01:00

PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê li eyaleta Maharaştrayê dema mînîbusa tîmên taybet derbas dibû, mayîna ku di erdê de çandibûn teqiya û di encamê de 15 polîs hatin kuştin û 1 ji sîvîlan mir. Ragihandina mijarê ji aliyê ajansa nûçeyan Press Trust of India de hat kirin.

Li gor rêveberiyê dibe ku bûyer ji aliyê mîlîtanên Maoîst ên bi ser Partiya Komunist ya Hindistanê ve hatibe kirin. Tê gotin ku rêxistin li herêmê makîneyên şîrketeka rê, agir berdane wan û xwe li devera daristanê veşartine. Ew polîsên ku di teqînê de hatin kuştin, bo taqîba wan kesan diçûn herêmê.

Mîlîtanên Maoîst ji sala 1967an de li Hindistanê li eyaletên bakûr, rojhilat û navendê tevegerên çekdarî dikin.

Parve bike: