Di tevregên li dijî Neteweyên Yekgirtî de 5 kustî û 50 birîndar çêbûn
PeyamaKurd – Li Komara Kongoya Demokratîk ji do heya niha xwepêşandanên li hemberê Neteweyên Yekgirtî de 5 kes hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn. Xwepêşandan dewam dikin, di mijarê de berdevkê hukumeta Kongoyê Patrick Muyaya ragihand ku li rojhilatê Kongoyê li eyaleta Kîvûyê li bajarê Gomayê xwepêşandan çêbûne heya encam gihaye wan jimaran.
Ji ber çalakvan xwestine Mîsyona îstîqrarê ya Neteweyên Yekgitî (MONUSCO) terka Kongoyê bike, tevger dest pêkirien û baregeha NY hatiye yaxmakirin û agir berdanê. Xwepêşandêr rêyan girtine û li hemberê NY sloganan qêriyane.
Ji bo çalakvanan ji hev belav bikin, hêzên asayîşê xaza çav reşandine ser çalakvanan û sîlihan bera hewa dane. Ji ber xwurtbûna bûyeran, xebatkarên NY bi helîkopteran ji deverê derxistine. Ji ber MONUSCO, nikaribû şerê li rojhilatê welat rawestîne, di hedefa rexneyan de bû.
MONUSCO ji bo aştiyê biparêze di dinyayê de operasyona herî xwurt e. Ji sala 2021 an heya niha li Kongoyê 12 hezar leşker û 600 polîsan bicîh kiriye.