Di xwepêsandanan de 2 kes mirin
PeyamaKurd- Li Endonezyayê bi sedema têkoşôna li dijî bertîlan û guhertina hinek xalan di qanûna ceza de, xelk nerazîbûna xwe li hember diyar kir û xwepêşandan kir. Di xwepêşandanan de 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina rojnama bi navê Kopas ê; li eyaleta Sulawesiyê li bajarê Kendariyê bi sedan xwendevan bo guherandina di qanûnên ceza û qanûna têkoşîna bi gendeliyê re, bên betalkirin, xwepêşandan kirin.
Li payîtexta Endonezyayê li Cakartayê polîs xaza îsotê bikaranî û xwepêşandêrekî ku di nefesa wî de astengî hebû, jiyana xwe ji dest da. Di xwepêşandanan de 200 kes niha di bin çav de ne.
Parlementoya Endonezyayê bi sedema nerazîbûna xelkê, guhertina di qanûna cezayê de bipaş de xistibû. Qanûna di derbarê gendeliyê de hatibû qebûlkirin lê xwepêşandêr dibêjin ku ew guherîn “rêxistina li dijî gendeliyê” qels dike û wê gendelî zêde bibe.