TR KU SO
FB X
Cîhan

Di xwepêsandanên dijî darbeyê de 7 kes hatin kustin, 140 kes jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2021 23:20

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku li gorî zanyariyên berpirsên wezareta tenduristiyê ya Sûdanê, di xwepêşandanên li dijî darbeyê hatine kirin de 7 kes hatine kuştin û 140 kes jî birîndar bûne.

Komîteya navendî ya bijîşkên Sûdanê jî daye xuyakirin, bi darbeya leşkerî re, bijîşk ji hemû nexweşxaneyên Sûdanê ji bilî beşa awarte û rewşên giran derketine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hêzên çekdar bi ser avahiya banka xwînê de girtine û rê nedane karmend erka xwe pêk bînin.

Karvedanên darbeya leşkerî ya dijî hikûmeta veguhêz a Sûdanê li qada cîhanê berdewam dikin û Neteweyên Yekbûyî di serî de gelek welatan ew darber şermezar kirin û banga demildest berdana rêveberên sivîl kirin.

Herwiha Encûmena Asayîşê ya NY jî li ser rewşa Sûdanê îro civîneke awarte saz dike.

Parve bike: