Cîhan
Di zîndanê de serhildan çêbû: 27 mirî
PeyamaKurd- Li welatê Tacîkistanê li bajarê Xûjandê di zîndaneka ku bi ewlekraiya xwe zede bi nav û denge, do bi şev serhildanekî çêbû û 27 hatin kuştin. Di nav kuştiyan de 2 kes ji wan gardiyanin û 25 kes zîndanî ne.
Li gor agahiyên wezareta karên hundir yên ne fermî kesekî girtî ku tê gotin endamê DEAŞê ye, êrîşê gardiyanekî kir û demança wî jê sitend. Gengeşa nav zîndanê gelek dewam kir. Di heman zîndanê de gelek endamên DEAŞê û kesên tundrew yên olî hene.