'Dibe ku ji ber Hizbûllahê serê navxweyî derkeve!'
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Lubnanê Saad el-Herîrî got, "Dibe ku şerê navxweyî li Libnanê derkeve. Sedema wê jî Hîzbûllah e.”
Herîrî di hevpeyvînek ligel televîzyoneke herêmî ya Lubanî de li ser sedema pirsgirekên Lubnanê ragihand, "Hîzbûllah çavkaniya pirsgirêkan e."
Herîrî got, "Li Beyrûd, Balbek û Hermelê xwenîşandanên leşkerî û biçekbûnê pêk tên, tirsa min ew e ku welat têk biçe. Welat ger ber bi têkçûnê ve diçe. Berpirsiyar Hizbûlah e."
Serokwezîrê berê yê Lubnanê bal kişand ser rewşa Sûriyê û wiha axivî: “Li Sûriye çi qewimî wan dît? 85% sûneyan niha li ku ne!? Ez nabim sebeba wê tiştê ku ya bi serê xelkê Sûriye hatiye bi serê xelkê Lûbnanê bê."
Herîrî herwiha diyar kir, ew sûcên Beşar Esad kirine çi kesê nekirine û ew bixwe piştevanê şoreşeke aştiyane ye li Sûriye ye.