Cîhan
Dîmena bi torpîdoyê noqkirina keştiya Îranê hat weşandin
PeyamaKurd - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon), dîmenên kêliya ku keştiyeke şer a Îranê bi torpîdoyê hatiye lêdan û noqî avê bûye, bi raya giştî re parve kir. Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, di civîna rojnamevanî de diyar kir ku ev keştî li nêzî beravên Srî Lankayê hatiye lêdan.
Hegseth destnîşan kir ku fermandariya Îranê wisa bawer dikir ku keştiya wan di Okyanûsa Hindê de parastî ye, lê belê bi operasyoneke serkeftî ya binavê hat rûxandin.
Hegseth hûrguliyên teknîkî yên keştiyê eşkere nekirin, lê Pentagonê piştî demeke kurt vîdyoyên êrîşê wekî belge weşandin.