Dîplomasiya veşartî: Ron Dermer ji bo dosyaya Lubnanê serdana Siûdiyê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê berê yê Îsraîlê û şêwirmendê nêzîk ê Benjamîn Netanyahû, Ron Dermer, serdaneke veşartî û payebilind pêk anî bo Erebistana Siûdî. Hat ragihandin ku armanca vê serdanê nîqaşkirina pêşeroja Lubnanê û gihîştina rêkeftinekê ye.
Hevdîtinên li ser agirbesta Lubnanê
Li gorî nûçeya Radyoya Artêşa Îsraîlê û tora CNNê, Ron Dermer di nava du hefteyên dawî de li Riyadê bi rayedarên payebilind ên Siûdî re civiyaye.
Di hevdîtinan de êrîşên berdewam ên li dijî Hizbullahê û şertên agirbesteke mihtemel hatine nirxandin. Dermerê ku ji aliyê Netanyahû ve wekî berpirsê sereke yê “dosyaya Lubnanê” hatiye erkdarkirin, hewl dide piştgiriya herêmî ji bo nexşerêya Îsraîlê peyda bike.
Lubnan dixwaze rasterast bi Îsraîlê re rûnê
Yek ji geşedanên herî baldar di vê pêvajoyê de daxwaza hikûmeta Lubnanê ye. Tê îdiakirin ku Lubnanê daxwaz kiriye ku li welatekî sêyemîn “rasterast” bi Îsraîlê re li ser maseya danûstandinan rûnê. Di vê çarçoveyê de, Ron Dermer û rayedarên Siûdî li ser çawaniya birêvebirina têkiliyên Îsraîl û Lubnanê yên piştî şerê li dijî Hizbullahê peyamên giring parve kirine.
Hewldanên navneteweyî: Amerîka û Fransa di dewrê de ne
Ev serdana Dermer a bo Siûdiyê parçeyek ji hewildaneke berfirehtir a navneteweyî ye. Hat ragihandin ku Amerîka û Fransa jî di nav pêvajoyê de ne û zextê li her du aliyan dikin da ku bigihîjin rêkeftineke mayînde. Rola Erebistana Siûdî di vê navberê de wekî “navbeynkar û misogerekî herêmî” ji bo aramiya piştî şer a li Lubnanê, girîngiyeke stratejîk diparêze.
Ev serdana Ron Dermer wekî nîşaneyeke xurt a nêzîkbûna Îsraîl û welatên Ereb ên sunî li dijî bandora Îran û Hizbullahê ya li herêmê tê nirxandin.