Cîhan
"Dîrok dê sahidiya karê me bike"
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir wan li eyaletên kilîd serkeftin bi dest xistiye û wê polîtîkayên xwd bidomînin.
Trump got di dewra Kennedy de Komarîxwazan û di dema Obama de jî Demokratan di hilbijartinên navberê de şikest xwarine lê wan piraniya senatoyê bi dest xistiye û senator wek wî difikirin.
Trumo got eger Demokrat li dij wî lêpirsînan vekin ew bi wan re hevkariyê nake û wî serokê Demokratan jî serkeftina di Meclisa Nûneran de tebrîk kiriye.
Trump di dema civîna çapemeniyê de daxwaz kir mîkrofon ji destê peyamnêrê CNNê were girtin û got hûn derewan dikin.