Diyar bû ku çekdarên Îdlibê girêdayî Tirkan in!
PeyamaKurd - Eniya Azadkirina Neteweyî ku li Sûriyeyê koma eskerî ya herî mezin a mixalifan e diyar kir ku ew piştgiriyê didin mitabaqata Îdlibê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê.
Eniya Azadkirina Neteweyî ku yek ji şaxa Artêşa Azad a Sûriyeyê ye, li ser hesabê xwe yên medyaya civakî daxuyaniya nivîskî da û got ku ew piştgiriyê didin mitabaqata Îdlibê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo pêşî li ber şer girt, em sipasdarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan in. Destkeftinên hevdîtinên Soçiyê û xebatên dîplomasiyê yên ku Tirkiyeyê meşandin serkeftinek e."
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku gel ji bo encama mitabaqatê kêfxweş bû û wiha hat gotin, "Xwepêşanên ku roja înê hatin kirin, seba piştgiriya encamên mitabaqatê bûn."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em ê dev ji hedefa ya ketina rejima Esed bernedin. Ji bo vê em ê çeka xwe daneynin. Tevkariya me û Tirkiyeyê wê dewam bike. Em ê li dijî êrîşên xedar ên Rûsya, Îran û rejima Esed hişyar bimînin."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 17ê îlonê da li Soçiya bajarê Rûsyayê "Mitabaqata Li Ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Îstiqrarkirina Rewşê" îmze kiribûn.
Ev muxalifên xwediyê daxuyaniyê di her polîtîka û hemleya Tirkan a Sûriyê de piştgiriyê didin Erdogan, ji berjewendiyên xwe zêdetir li pey berjewendiyên Tirkan in. Ev jî nîşan dide ku çekdarên Îdlibê girêdayî Tirkan in.