TR KU SO
FB X
Cîhan

Doktorê Trump: Xetera ku vîrusê belav bike nemaye!

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2020 18:38

PeyamaKurd – Doktorê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî Sean Conley, ragihand ku Trump roja Şemiyê testa Covid-19 kiriye û êdî xeteriya ku vîrusê belav bike nemaye.

Conley got, di encama testan de derketiya ku delîlên 'vîrus bi awayekî çalak belav bibe’ nemane.

Conley da xuyakirin, ew pê kêfxweş e ku piştî îzolasyon û krîterên ewlehiyê yên encamên testên PCR xeteriya ku Trump vîrusê belav bike nemaye.

Parve bike: