Cîhan
Donald Trump li ser encamên hilbijartinan gotarek pêskês kir
PeyamaKurd – Li Koşka Spî Donald Trump li ser encamên hilbijartinan gotarek pêşkêş kir û diyar kir, eger dengên yasayî werin jimartin, ew bi ser dikeve.
Donald Trump da zanîn: “Eger dengên yasayî werin jimartin, ez bi hêsanî bi ser dikevim, lê eger dengên ne yasayî werin jimartin, ew dikarin hilbijartinê bidizin.”
Trump êrîşî Demokratan kir û wan bi gendelî û qirêjkirina hilbijartinan tohmetbar kir.
Donald Trump destnîşan kir, tîma wî şerekî mezin dike ji bo rûbirûbûna gendelî û parastina wan dengên ku hê jî diyar nebûne.
Ev di demekê de ye ku namzetê demokratan Joe Biden ragihadibû ku serkeftin nêzîk e.