TR KU SO
FB X
Cîhan

Dorpêçên Amerîkayê bo Tirkiyê bandorê li me jî dikin

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2018 22:15

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas ragihand ku pêdiviya wan bi hevkariya Amerîka ya bi mêzên heye. Maas, rexne li dorpêçên Amerîkayê bo ser Çînê, Rûsya û Tirkiyê kir û got dorpêçên ser Tirkiyê bandorê li wan jî dike. Heiko Maas li Berlînê di civîna sefîrên Alman de, di axaftina xwe de van gotinan kir.

Maas, ragihand ku divê di sehayên ku heya niha tê de hevkariyê dikin, divê ew hevkarî dewam bike. Maas got di NATO û di têkoşîna li dijî terore de, Amerîka hevkarê wan yên ku dê dev jê bernedin e.

Parve bike: