Dorpêçên YA yên bo ser Rûsyayê dewam dikin
PeyamaKurd – Biryara Konseya Awrûpayê ya ku berê bi sedema Ûkraynayê hatibû dayîn, bi biryarekî hû hat ragihandin ku wê 6 mehên din jî dewam bike. Sedema dayîna biryara ewilî ya dorpêçê ew bû ku ‘kesên an dezgeyên Rûsyayê yên ku yekîtiya axa Ûkraynayê tehdîd dikin, desthilatiya wê an serxwebûna wê dixin talûke’, bo wan wextê dorpêçê 6 mehên din jî dê dewam bike.
Ew kes û dezgeyên ku desthilatiya Ûkraynayê tehdîd dikin, dorpêçen ser wan heya 15 ê adara 2021an dewam bike. Di biryarê de 175 kesên Rûs an yên ku koka wan Rûse û 44 dezge hene û bo wan sînorê seyahatê hatibû danîn û hem heyiyên wan yên di nava sînorê Yekîtiya Awrûpayê de hatibûn desteserkirin.
Biryar dê siba di rojnama fermî ya bi navê Rojnama Fermî ya Yekîtiya Awrûpayê de bê belavkirin.