TR KU SO
FB X
Cîhan

Dozgeriya Siûdî derbarê kustina Kasikcî de zanyariyên nû belav kir

Admin S
Nivîskar
📅 15 mijdar 2018 19:52

PeyamaKurd - Serdozgeriya Erebistana Siûdî derbarê lêpirsîna kuştina Cemal Kaşikcî ku 2ê Cotmehê li Konsûlxaneya Siûdî ya Stenbolê hatibû kuştin agahiyên nû belav kir.

Dozgeriyê daxuyakirin ku ji bo 5 gumanbarên kuştina Kaşikcî cezayê îdamê hatiye xwestin û li ser awayê kuştina wî jî got, di encama gengeşeyê û dayîna dermanê zêde yê jehrî de can daye.

Dozgerê Siûdî navê wî nehatiye dayîn eşkere kir, ji ber ku tîma Cemal Kaşikcî kuştiye nekariye wî bi xwe re bibe Erebistana Siûdî fermana kuştina wî li Stenbolê dane, ew niha nêzîkî dîtina kesê tirk ê di veşartina termê Kaşikcî de hevkarî kiriye bûne, lê lêgerîna termê wî hîn berdewam dike û nehatiye dîtin.  

Serdozgeriya Siûdî heriwiha ragihand, fermana kuştinê ji aliyê serokê tîma Siûdî yê ji bo gotûbêjan bi Cemal Kaşikcî re bike hatibû Stenbolê, hatiye dayîn.

Li aliyê din doz li şêwirmendê Prens Muhammed bin Selman, Suud el-Kahtanî jî hat vekirin û derketina ji welêt lê hat qedexekirin.

Parve bike: