Cîhan
Du erdhej li pey hev çêbûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 11ê Hezîranê danê sibehê, li bajarê Edene û Kendava Kuşadasi ya Deryaya Egeyê erdhej çêbûn.
Li gorî daneyên Rêveberiya Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) belav kirine, li demjimêr 07:47 li Edeneyê bi hêza 4.0 erdhejekê rû da ku kûrahiya wê ya binê erdê 7,52 km bûye.
Herwiha li demjimêr 07:42 jî li Deryaya Egeyê Kendava Kuşadasi bi pileya 4.2 erdhejekê rû da. Hat diyarkirin ku kûrahiya wê erdhejê jî 4.85 kîlometre bûye.
Derbarê ziyanên herdu erdhejan de ti agahî nehatine.