Du komên gerîlla bi hev ketin: 16 mirî
PeyamaKurd – Li Kolombiyayê di şerê navbera rêxistina çekdar a Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên berê yên Kolombiyayê (FARC) de 16 kes mirin.
Li gorî nûçeya çapemeniya Kolombiyayê, li herêma bejahî ya herêma îdarî ya Arauca di navbera komên çekdar de pevçûn derket.
Di şerê çekdarî yê navbera rêxistina çekdar ELN û endamên berê yên FARCê de, ji her du aliyan 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin, kesên li herêmên ku pevçûn lê dijîn ji ber tirsê malên xwe terikandine û reviyane herêmên ewle.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin de hat ragihandin, muxalîfên FARCê ji Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) alîkarî xwestine û 5 birîndarên giran hene.
Di daxuyaniya ji aliyê ICRC ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat destnîşankirin, rêxistin bêyî cudahî hewl dide alîkariyê bide her kesî û wiha hat gotin, "Di serî de birîndar divê her kes bê parastin. Li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî derxistina mirovan ji herêma pevçûnê pêwîst e.
Arauca ku li ser sînorê Venezuelayê ye, di danûstandinên aştiyê yên ELN yên bi hikûmeta Kolombiyayê re herêmek girîng e.
Li gorî Ofîsa Ombudsman, tê texmînkirin ku ji sala borî ve di navbera 300 û 400 kes li Arauca ku bûye navenda spiral tundûtûjiyê li Kolombiyayê hatiye kuştin.