TR KU SO
FB X
Cîhan

Duque: Rehîne neyên berdan, muzakere çênabin

Admin M
Nivîskar
📅 09 îlon 2018 15:10

PeyamaKurd- Serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque ragihand ku ger rehîneyên di destê ELN (Artêşa Rizgariya Netewî) de neyên berdan, dê hukumet bi wan re muzakereyan neke. Serokê dewletê ragihandina xwe di ahenga Antioquia de ku ciyê rêvebiriya welate de kir.

Di ahengê de biryara xwe ya di derbarê di dema serokê berê yê Kolombiyayê Juan Manuel Santos  ku bi ELN re muzakereyan kiribû beyan kir. Duque ragihand ku heya yek rehînekî di destê rêxistinê de hebe, wê muzakereyan nekin û wezîfe nede ti kesî û weha dewam kir:

“ Ew pêvajoya ku şiddet li ser dewlet û civakê weka alaveka zorê bê bikaranîn de, nabe ku behsa aştiyê bêkirin. Hukumet daîma terefdarê aştiyê ye û ev jî bi berdana rehîneyan û bi dawîlêanîna şiddetê dibe. Di dewra hukumeta berê de, 17 hefte hevdîtin dewam kirin lê di vê wextê de, 472 bûyerên şiddetê, 100 kuştî, 148 cara êrîş birin ser xeta petrolê û 16 kesan revandin.”

Parve bike: