DYA guvasên nû bi ser Îranê de sepand
Peyama Kurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber piştgirîdayîna bernameya drone ya rejîma Îranê, wan li ser 10 qeware û 4 kesên ji Îran, Malêzya, Hong Kong û Endonêzyayê guvaşên nû sepandîye.
Cîgirê Wezîrê Gencîneyê yê DYA yê berpirsê Karên Terorî û Sîxurîya Aborî Brian E. Nelson, bi daxuyanîyekê ragihand ku wan guvaşên di derbarê karên ne li rê yên rejîma Îranê bereya guvaşan berfirehtir kirîye û got: “Ji alî Îranê ve hilberîna dronên neqanûnî û pêşkêşkirina wan ji bo Rûsya û alîgirên wê yên li Rojhilata Navîn, alozî û tevlîhevîyê kûrtir dike û li herêmê hevrikîyan zêdetir dike.”
Nelson da zanîn ku ji ber piştgirîdayîna bernameya drone ya rejîma Îranê, wan li ser 10 qeware û 4 kesên ji Îran, Malêzya, Hong Kong û Endonêzyayê guvaşên nû sepandîye û got:
“Ew kesên ketine lîsta givaşan, bi sedhezar dolaran keresteyên DYAyê bi dizî ji bo bernameya dronan a Îranê dabîn kirine. Ji ber vê yekê ketine lîsteyê.”