DYA li dijî dronên Îranê sîstema ‘Merops’ li Rojhilata Navîn bi cih dike
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji bo rûbirûbûna gefên droneyan ên Îranê, sîstemeke nû ya parastinê ya bi navê "Merops" dişîne Rojhilata Navîn. Ev sîstema ku li ser bingeha hişê çêkirî (AI) kar dike, berê di şerê Ûkraynayê de li dijî droneyên Rûsî serkeftineke mezin bi dest xistibû.
Çareseriya erzan li dijî gefên biha
Karbidestên Pentagonê destnîşan dikin ku tesbîtkirin û tunekirina droneyên Îranî (bi taybetî modelên Şahed) ji bo radarên klasîk dijwar e, ji ber ku ew gelek caran bi balindeyan re têne tevlihevkirin.
Nûnerê Amerîkî Jim Himes ev rewş wekî "pirsgirêkek matematîkî" pênase kir; ji ber ku bikaranîna mûşekên parastinê yên biha li dijî droneyên pir erzan ji aliyê aborî ve nayê domandin. Sîstema Merops bi rêbazên erzantir û bi bandor van gefan bêbandor dike.
Sîstema Merops dikare droneyan bi lez tespît bike û heta têkiliya wê bi peykan (satellites) re qut bibe jî, bi saya hişê çêkirî xebata xwe berdewam dike. Tê ragihandin ku ev sîstem dê li gelek deverên Rojhilata Navîn were bicihkirin, heta li wan derên ku leşkerên Amerîkî lê nînin jî.
Bicihkirina vê sîstemê di demekê de tê ku welatên Kendavê ji ber planên tolhildanê yên li dijî Îranê bi fikar in.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku ew dixwazin parastina herî bilind li herêmê ava bikin. Ji aliyê din ve, ev teknolojiya ku bi piştgiriya CEOyê berê yê Google Eric Schmidt hatiye pêşxistin, mînaka herî dawî ya veguhastina ezmûnên şerê Ûkraynayê bo qadên din ên cîhanê ye.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî jî bal kişand ser girîngiya van sîsteman û diyar kir ku gavên Amerîkayê hevsengiya ewlehiya cîhanî rasterast bandor dikin.