TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA li Ewrûpayê dest bi hilberîna alavên bêmirov yên deryayê dike

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2026 14:06

PeyamaKurd – Şîrketa teknolojiyê ya Amerîkayê ji bo li Ewrûpa dest bi çêkirina alavên dronên okyanûsan yên bê ajotvan bike, bi welatên Ewrûpa yên endamên NATO ne re peymanan girêda.

Şîrketa DYAyê ya bi navê Saildrone, ji ber daxwazên alavên deryayê yên bergiriyê û teknolojiya çavdêriyê bi bersivîne, kapasîta xwe ya li Ewrûpayê fireh dike û bi welatên Hollanda, Norweç û Polonya re peymana hilberîna alavên navborî kir.

Rêvebirê giştî yê şîrketa Saildrone yê serasnerê Ewrûpa Robert Kleist di daxwuyaniya xwe de got:

"Saildrone ji bo hilberîna xwe û operasyonan bibe Ewrûpayê, ji bo muşteriyên Ewrûpayê şiyanên mayînde û serbixwe pêşkêş dike.”

Li gor ragihandina şîrketê; bi peymanên nû wê ji aliyê şîrketa Saildrone de, hiberîna USV, bicîhkirina wan, birêvebirin û desteka kapasîta wan zêde bike.

Tersana li Hollandayê ya bi navê Van Der Valk, wê alava deryayê ya şîrketa Saildrone ku ya herî mezin ya deryayê ye û bê mirov tê bikaranîn ku dirêjahiya wê 52 metreye ya bi navê ‘Spectre’ hilberîne.

Spectre, ji bo muşteriyên leşkerî wê girantir sensoran, sonar û ji bo zêdetir çekan hilgire tê plan kirin. Dronên 20 metre yên çavdêriyê yên bi navên Surveyor li Norweçê û perên wan jî dê li Polonyayê bên hilberîn.

Parve bike: