DYA: Me rasterast Îranê agahdar kir ku em ne besdarê hêrisa Samê ne
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji rejîma Îranê re rasterast ragihandiye ku bi ti awayî beşdariya wê di hêrişa li dijî nûnertiya dîplomatîk a Tehranê ya li Şamê de tune ye.
Li gorî malpera Amerîkî “Axios”, berdevkekî Encumena Asayişa Netewî ji Axiosê re diyar kiriye ku “DYA bi ti awayî beşdarî hêrişê nebûye û haya DYAyê ji pêş ve ji hêrişê tunebû ye.”
Rayedar diyar kiriye ku DYAyê vê yekê rasterast ji Îranê re ragihandiye.
Di daxuyaniya ku duh ji aliyê artêşa Pasdaran a rejîma Îranê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku di hêrişa mûşekî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya konsolosxaneyê de 7 fermandarên ku di nav wan de Giştgeneral Mihemmed Riza Zahidî û Serfermandar Mihemmed Hadî Hacî Rehîmî jî hene, can dane.
Rêveberiya Tel Avîvê bi awayekî fermî berpirsyariya Hêrişa li dijî avahiya konsolosxaneya Îranê ya li Şamê negirt ser xwe.