TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA perê ku ji bo serê Colanî danîbû rakir

Admin M
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2024 03:19

PeyamaKurd – DYA, berê 10 milon dolar xelat ji bo serê serokê HTŞê Ebu Muhammed Colanî danîbû ku wê bidana ew kesê di derbarê wî de agahiyan bide DYAyê. Çavkaniyekî ji wezareta karên derve ya DYAyê ragihandiye ku wê xelata ji bo serê Colanî rakiriye. Navê rayedar nehat aşkerakirin.

Cîgira wezîrê karên derve ya DYAyê ku ji karên DYAyê yên Rojhilata Navîn berpirse Barbara Leaf, li ser seredana xwe ya Şamê ku di 20ê mehê de kir de daxwuyanî da. Leaf ragihand ku ji peyamen erênî yên HTŞê raziye û pêvajoya li Sûriyê destek dikin.

Leaf, li ser mijara rola Îranê ya di Sûriyê de got ku wê ti rola Îranê di dahatûya Sûriyê de nebe.

Heyeta DYAyê ya di bin serpereştiya Barbara Leaf de, ji nûnerê karên esîran yê serokatiya DYAyê Roger Carstens û ji wezareta karên derve yê ku ji rêvebiriya karên Sûriyê, ji şêwirmendê kevin ji Daniel Rubinstein pêk dihat.

Berdevkê wezareta karên derve yê DYAyê Matthew Miller jî di daxwuyaniya xwe de got heyeta DYAyê li Şamê bi serokê HTŞê Ebu Muhammed Colani re civiyaye. Heye, li Şamê di mijara dewirkirina desthilatê de hevdîtin kiriye û behsa pêdiviya têkoşîna bi DEAŞê re kiriye.

Heyet, li ser dahatûya rojnamevanê Amerîkî yê ku di wexta Esad de wenda bûye yê bi navê Beşar Austin Tice û hemwelatiyên din yên Amerîkayê ku rewşa wan nayê zanîn, danûsitendinan kiriye.

Parve bike: