TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA û Îsraîl amadekariya êrişek zêde li ser Îranê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2026 11:11

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî (NYT û Axios), Washington û Tel Avîv li ser vebijarkên operasyonên nû yên leşkerî yên li dijî Îranê kar dikin ku tê çaverêkirin piştî hilbijartinên DYAê bên bicîkirin.

Di çarçoveya van geşedanan de, Wezareta Karên Derve ya DYAê ferman da ku xebatkar bi lezgîn tewî malbatên xwe ji Erebistana Siûdiyê û çend welatên din ên Kendavê derkevin.

Hinceta fermî ya vê gavê êrişên Hûsiyan ên li ser firokexane û binesaziyên Erebistana Siûdiyê hat nîşandan.

Tê ragihandin ku bi dehan balafirên şer û balafirên sotemeniyê yên Îsraîlê bi rêya qada hewayî ya Sûrî û Iraqê nêzîkî sînorê Îranê bûne û paşê vegeryane baseyên xwe.

Hat diyar kirin ku ev firîn wekî tetbîqateke çavgirtinê û nîşandana rêgeza êrişa muhtemel hatiye kirin. Ji aliyê din ve, hat eşkerekirin ku Pentagon li ser opsiyona êrişeke dijwar a 3 rojî dixebite ku rasterast tesîsên nukleerî, dron û fûzeyan û binesaziya enerjiyê ya Îranê dike armanc.

Tevî van haziriyan jî, heta niha biryareke fermî û dawî ya şer nehatiye ragihandin.

Parve bike: