DYAyê serkirdeyê Hizbullaha Iraqê bi 8 tohmetan tawanbar kir
PeyamaKurd - Wezareta Dad a Amerîkayê ragihand ku wan 8 tohmetên cuda û giran arasteyî Mihemed Baqir Seid Dawid Seidî (32 salî) kirine, ku xwedî nasnameya Iraqî û Îranî ye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev tohmetbar rasterast di nav lîsteya çalakiyên tundrewiyê de hatiye tomarkirin û tevlî danîna plan û hevahengiyê bo kirina nêzîkî 20 êrîş an bizavên êrîşkirinê li seranserî Ewropa û Amerîkayê.
Dozgerê Giştî yê Amerîkayê bi wekalet Todd Blanche û Dozgerê Giştî yê herêma başûrê New Yorkê Jay Clinton eşkere kirin ku Seidî wekî serkirdeyekî leşkerî yê Ketayîb Hizbullahê û hevkarê Artêşa Pasdarên Îranê planên xwînawî bo teqandina cîhên giştî û armanckirina sivîlan li nav axa Amerîkayê danîne. Lewma li gorî qanûnên federal cezayê wî ji 5 salan dest pê dike û heta mubetê diçe.