TR KU SO
FB X
Cîhan

Ebadî li ser avêtina ser mala xwe daxuyanî da…

Admin S
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2019 17:26

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku roja çarşema hefteya borî ango 26ê Kanûna 2018an, hêzên zêrevanî yên Iraqê bi ser mala Serokwezîrê berê Heyder Ebadî de girtine û xwestine xaniyê ku tê de ye radestî dewleta Iraqê bike.

Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê Heyder Ebadî piştî serdegirtina mala wî ya li herêma kesk daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ofîsa Ebadî de tê gotin, wê hêzê deriyê mala wan qifil kirine û piştre wî peyvendî li gel serokwezîr Adil Ebdulmehî pêkaniye û Ebdulmehdî jê re gotiye dê piştre li wî vegere, lê piştre lê jî ne vegeryaye û rewş ji wî re ronî nekiriye.

Ebadî daxuyakirin ku wî dixwest xanî ji ber mulkê dewletê ye radest bike û dest bi rêkarên radestkirina xanî jî kiriye, lê ji avêtina ser malê ya bi wî awayî ecêb maye got, ew neçar maye daxuyaniyê bide û behsa hûrgiliyên bûyerê bike.

Ebadî herwiha diyar kir ku gelek biryar û rênûmayên hikûmeta nû ya Iraqê siyasî ne.

Parve bike: