Cîhan
Ebdullahyan: Li herêmê guman heye teqînek çêbe!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, piştî ku pêşnûmeya agirbesta Xezzeyê ji li Konseya Ewlekariyê ji aliyê Amerîkayê ve hate vetokirin, pêwendî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re pêk anî.,
Ebdullahyan di pêwendiya ligel Guterres de bal kişandiye ser bûyerên dahatûyê li Rojhilata Navîn rû bidin û diyar kiriye, “Heger Amerîka di piştevaniya tawanên şer de berdewam be, guman heye li herêmê teqîneke bêkontrol çêbibe”
Wezareta Derve ya Îranê ragihandiye ku Ebdullahyan herwiha ji ber xistina pratîkê ya Mercê NY yê 99an bo dabînkirina ewlehî û aştiyê, pesnê Guterres daye.