TR KU SO
FB X
Cîhan

Economist: Kurd wê encama hilbijartinê tayîn bikin!

Admin V
Nivîskar
📅 08 hezîran 2018 14:37

PeyamaKurd- Kovara Economistê bi sernavê “Heya ku Serokê Kurdan yê di girtîgehê de encama hilbijartinê tayîn bike!” nivîsek nivîsî û li ser hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê nêrînên xwe parve kirin.

Nivîsa Economistê wiha dewam dike: “Li Tirkiyê 15 mîlyon Kurd dijîn. Exlebê Kurdan rayên xwe didine Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP). Kurdên ku ji ber şêrr di salên 80 û 90an de ji welatê xwe derketin, çûn li welatên Tirkan asîmîle bûn. Qismek ji van jî rayên xwe dide AKPê.

HDP li derveyî tifaqa hat hiştin. Ji bo ku bikeve parlamentoyê divê benda ji %10an derbas bike. Lê ku bendê derbas bike, dibe ku encama hilbijartinê tayîn bike.

Di tûra pêşî de Kurd wê rayên xwe bidine HDPê. Lê HDP dibêje di tûra duyem de em xwe bêhtir nêzîkî Muharrem İnce dibînin. Lewra tiştekî eşkere heye ku gelê Kurd dixwaze ku Erdogan here.

Namzetê HDPê Selahattin Demirtaş jî dibêje Erdogan wê Tirkiyê bike welatê dîktatoriyê..

Parve bike: